İstanbul hava durumu °C
  • BIST: 83.686 %-0,72
  • Dolar: 2,6582 %0,62
  • Euro: 2,8993 %0,56
  • Altın: 101,47 %0,55
01-10-2016 10:05 Kategori: DÜNYA | Bölge: HEWLÊR

Divê siyaseta kurd nakokiyên navxweyî çareser bike

  • Facebook Paylaş
  • Yorum Yaz

"HDP di proseya siyasî ya Bakur û Tirkiyê de roleke mezin dilîze û pêgeheke wan ya taybet heye. "

Mehmet Salih Bedirxan

BasNûçe - “HDP di proseya siyasî ya Bakur û Tirkiyê de roleke mezin dilîze û pêgeheke wan ya taybet heye. Yek ji partiyên mezin yên Kurdistanê ye. Em hêvîdar in encamên van civînan derfeta jih ev têgihîştinê ji me re çêbike. Û hewl û daxwaz bibin yek û ev xebat di berjewendiyên bilind yên Kurdistanê de bên bikaranîn.”

Nûnerê PDK’ê yê Peywendiyên Niştimanî Ahmed Kanî, derbarê serdana şanda HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê de got; “HDP di proseya siyasî ya Bakur û Tirkiyê de roleke mezin dilîze û pêgeheke wan ya taybet heye. Yek ji partiyên mezin yên Kurdistanê ye.“

Kanî hêviya xwe anî ziman ku encama civînên bi HDP’ê re derfeta ji hev têgihîştinê ji wan re çêbike û hewl û daxwazên wan bibin yek û ev xebat di berjewendiyên bilind yên Kurdistanê de bên bikaranîn.

Kanî balê kişand ser hewldanên damezirandina maseya diyalogê li Bakur û bahsa rola Barzanî ya di proseya çareseriya Bakur de jî wiha kir: “Rola Barzanî her tim girîng û mezin bûye û niha jî tekez kiriye ku bi her awayî ku bikaribe ji bo vê meseleyê re hewl dide. Ew aktorekî pozotîv û erênî bûye û her bi vê awayê jî berdewam dike.”

Kanî di derbarê bendewariyên Kongreya Netewî de got ku di her cûre pêkhatinek de, lazim e helwesta kurdan bibe yek û peyameke siyasî ji bo hemû dinyayê bide. Li gor Kanî ew peyam jî ‘peyama dostanî, biratî û bijartina rêya aştiyane ji bo çareserkirina hemû kêşeyan e.’ Kanî sedemê lidarneketina Kongreya Netewî jî verdigirîne ser hewldanên ferzkirina ajandaya partiyekî bi ser hemû partiyên Kurdistanê.

Kanî bang dike ku niha dema vê yekê hatiye ku hemû alî bi awayekî ciddî hewl bidin ew xalên ku dibin sedemê nakokiyan çareser bikin û siyaseta kurd li ser wan meseleyan biaxafe.

Nûnerê PDK’ê yê Peywendiyên Niştimanî Ahmed Kanî di derbarê serdanên şande ya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê de pirsên BasNûçeyê bersivandin.

-Piştî serdanên HDP’ê peyamên yekîtî û yekrêziyê hatin belavkirin. Herwiha HDP’ê dema Mesûd Barzanî pêşwazî li Demirtaş kir, dîmenên hestiyar derketin holê. Hûn vê serdanê çawa dinirxînin?

Em bi kêfxweşî lê dinêrin. Em hêvîdar in ev yek bibe destpêkekê ji bo pêwendiya di navbera hemû partiyên kurdistanî de. Û ji nêz ve hevûdû bibînin û derfeta wan ji bo ji hev têgihîştinê zêdetir be. Bêguman HDP’ê di proseya siyasî ya Bakur û Tirkiyê de roleke mezin dilîze û pêgeheke wan ya taybet heye. Yek ji partiyên mezin yên Kurdistanê ye. Weke PDK û YNK’ê ye. Em hêvîdar in encamên van civînan derfeta jih ev têgihîştinê ji me re çêbike. Û hewl û daxwaz bibin yek û ev xebat di berjewendiyên bilind yên Kurdistanê de bên bikaranîn. Û di heman demê de bibe mijareke aktîv û erênî di Rojhilata Navîn de. Û herwisa bibe deriyekê ji bo proseya aştiyê û destpêkirina proseya çareseriyê li Bakur. Ji ber ku herkes dizane û aliyên hember jî dizanin û welatên ku beşeke kurdistanê di nava sînorê wan de heye eger bixwazin proseya aştî û aramiyê li herêmê hebe divê kêşeya kurd bê çareser kirin. Divê mafê rewa yê netewa kurd were dayîn û were bicihanîn. Herwiha zelal û eşkere ye ku peyama me peyameke aştiyane ye. Yanê em kurd bi ti awayî naxwazin ji çek û pevçûn û hêzê sûdê werbigirin. Em dixwazin bi diyalog û gotûbêjê û ji hev têgihîştinê bikaribin kêşe û îxtîlafên xwe çareser bikin û mafên xwe yên rewa bi awayekî aştiyane bi dest bixin.

-Wisa xuya ye ku Serokê RHK’ê Barzanî gelek hewl daye ku proseya çareseriyê dîsa dest pê bike, piştî serdana HDP’ê îhtîmal heye ku proseya çareseriyê dest pê bike? Hin agahî hene ku HDP serdana Qendîlê jî dê bike û peyama Barzanî bigihîne Qendîlê jî, raya cenabê te li ser vê meseleyê çî ye?

Rola birêz Mesûd Barzanî hertim di proseya çareseriyê de girîng û mezin bûye û niha jî tekez kiriye ku bi her awayî ku bikaribe ji bo vê meseleyê re hewl dide. Ew aktorekî pozotîv û erênî bûye û her bi vê awayê jî berdewam dike. Niha demê vê yekê hatiye ku hemû alî bi awayekî ciddî hewl bidin ku bên ser van xalên ku dibine sedema nakokiyan û ji hev dûrketinan û li ser wan meseleyan bê axaftin.

-Piştî vê serdanê pêwendiya PDK û PKK’ê dê çawa be, wisa xuya ye ku hin gerîllayên PKK’ê li Kerkûk û Şengalê hene, dibe ku ew arîşe bên çareserkirin û ew vegerin ser cihê xwe û pêwendiya wan baştir bibe?

Em bi HDP’ê tenê weke HDP’ê li hev civiyane, lê xala îxtîlafa di navbera me û PKK’ê de ew e ku mixabin PKK’ê destêwerdana Başûrê Kurdistanê dike. Ev mesele jî wisa nîne ku ji me re nîgeraniyan durist bike, lê di rastiyê de ev tişt pejranbar nîne. Ew çi bixwazin çi nexwazin Şengal beşek ji Başûrê Kurdistanê ye û cihên din jî. Eger wextekê pêwîstiya me bi alîkariya PKK’ê hebe û em ji wan alîkariyê bixwazin û ew jî bigihêjin hawara me, em spasiya wan dikin. Lê dema ku hewce nebe ew bên xwe li vir ferz bikin, ev tişt ji rihê biratiyê û parstina yekrêziyê dûr e. Em hemû jî dizanin ku Kurdistanek heye lê di rastiyê de em divê bizanin ku Kurdistan hatiye dabeşkirin. Bi vî awayî jî her parçeyekê taybetmendiyên xwe hene. Ez dilniya me ku ne PKK û ne jî ti partiyeke din yên Bakur qebûl nake ku partiyên Başûr, Rojhilat û Rojava bên û di proseya siyasî ya Bakur de midaxile bikin. Eger ew vê yekê qebûl nekin heqê wan jî nîne ku van tiştan li Başûr bikin û em jî vê yekê qebûl nakin. Yanê dema em dibêjin ‘em bira ne û yekrêziya me bê parastin’ pêwîst e ku em van xalan bi başî têbigihêjin û berçav bigirin. Yanê eger em binêrin dema ku Barzanî hêzek şande Kobanê ew jî bi lihevkirin û îtîfaqê li gel PYD’ê pêk hat. Me weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwest ku em hejmareke zêde Pêşmerge bişînin Kobanê. PYD’ê ji me xwest ku em 150 Pêşmerge û çekên curbicur û topxane bişînin. Me jî wiha bi wan ve li hev kir. Piştî azadkirina Kobanê wan ji me re got ’em spasiya we dikin ji bo alîkariyê, êdî pêwîstiya me bi Pêşmerge nîne.’ Li ser vê yekê me hêza xwe ji wir vekişand. Divê bratî bi vî awayî be. PKK’ê jî divê wisa bike. Herwiha me ti caran ji PKK’ê nexwestiye ku hêza çekdar bişîne Kerkûk, Şengal yan herêmên din. Herwiha ti partiyên Başûrê Kurdistanê li Bakur rêxistinên wan nînin. Û em vê yekê pêwîst jî nabînin ji ber ku eger wisa be, ew dibe sedema aloziyê li Bakurê Kurdistanê û herwisa di nava dewletekê de. Lewma em hêvî dikin ku PKK’ê li siyaseta xwe venêre û rewşa niha ya Bakur, Başûr û herêmê li ber çavan bigire. Û nebe sedema mezinbûn û zêdebûna kêşeyan. Ji ber ku em eşkere dibêjin; Herêma Kurdistanê pabendê xelkê Herêm û partiyên siyasî yên Herêmê ye û wisa nîne ku PKK xwe li vir ferz bike. Û midaxileya PKK’ê dibe sedema duristbûna kêşe û nakokiyan. Ne tenê ez weke endamekî PDK’ê vê tiştê dibêjim, hemû partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê vê yekê dibêjin.

-Niha careke din qala Kongreya Netewî tê kirin, parlemanterên HDP’ê ku di vê şandê de bûn behsa vê yekê dikin. Gelo mimkûn e ev Kongre weke sala 2013’ê dîsa bê destpêkirin? 

Di meseleya Kongreya Netewî yan her cûre pêkhatinek de, lazim e ji ber ku helwesta kurdan bibe yek û peyameke me ya siyasî ji bo hemû dinyayê hebe. Ku peyama dostanî û biratî û bijartina rêya aştiyane ji bo çareserkirina hemû kêşeyan. Sedema lidarneketina Kongreya Netewî vedigire ser vê meseleyê ku partiyek dixwaze ajandaya xwe li ser hemû partiyên Kurdistanê ferz bike. Yanê nabe ku partiyek bibêje ‘em mezin in divê dengê me zêdetir be’, yan ’filan partî biçûk e divê reng û dengê wan di Kongreya Netewî de nebe.’ Tekez her partiyek xwedî taybetmendiyên xwe ye. Eger partiyek bixwaze ajandaya xwe li ser Kongreya Netewî ferz bike ev tişt bi ti awayî bi ser nakeve. Ti partiyeke Başûr nûnerê hemû parçeyan nîne û herwisa ti partiyeke Bakur jî nûnerê hemû parçeyên Kurdistanê nîne. Lewma ev cûre fikirîn û ev cûre bername bi temamî tê redkirin û nayê qebûlkirin. Û ev tişt jî dibe sedema ragirtin û lidarnexistina Kongreya Netewî û yan her cûre derbirîna yekhelwestiya kurd. Girîngtirîn tişt ev e ku em pêngavekê bişopînin ku di berjewendiya hemû gelê kurd de be eger em bizanin tiştek di berjewendiya gelê kurd de li her cihek û her şûnekê de nebe em divê li ser bisekinin û ku encamên wê nebin sedema ziyan û zererê ji bo gelê kurd. Berî ku em berê xwe bidin dinyayê em divê berê xwe bidin wan kesan ku kêşeya me bi wan re heye û bi wan re bibêjin ku em weke gelê kurd niyeteke me ya dostane û aştîxwazane heye. Em bi ti awayî baweriya xwe bi bikaranîna hêzê nayînin. Kêşeya neteweyekî bi sûdwergirtin ji hêzê nayê çareserkirin. Meseleya netewî tenê bi partiyekê re pêwendîdar nîne. Yanê pêwîstiya mafên rewa yên miletekê bi ajandaya partiyekê nîne. Rast e ku hemû partî ji bo bidestxistina mafên rewa yên miletê kurd hewl didin û dixebitin lê nabe ku em ji riwangeha partiyekê de li miletekê binêrin. Xweştirîn û şîrîntirîn ziman jî zimanê diyalogê ye. Ew nayê wê wateyê ku kesek êrişî me bike û bixwaze siyaseta jînosîdê li hemberî me bi kar bîbe em jî bêdeng bimînin. Lê em ji bo bidestxistina armancên netewî naxwazin mantiq û îdeolojiya şer û hêzê bi kar bînin. Lê em dixwazin ji bo bidestxistina mafên xwe baweriya xwe bi mantiqa diyalogê tînin. Me ti caran netewên din weke dijminên xwe nehesibandiye û me hertim gotiye ereb, fars û tirk birayên me ne, kêşeya me bi wan re nîne. Ez bi taybetî jî qala Herêma Kurdistanê dikim ku hertim kêşeya me bi hikûmeta navendî ya Iraqê re hebûye. Ku li kurdan zilm kirine û Enfal kirine. Û amade nebûne bi rêya diyalogê bangî me bikin û bipirsên ka hûm çi dixwazin û em bi rêya diyalogê bigihêjin encamekê. Encam jî ew bû ku em niha li Iraqê dibînin û metirsiya vê tiştê li ser hemû herêmê jî heye. Yanê ne aramî û nebûna ewlehiyê û metirsiya terorê û tirs tenê ji bo Iraqê nîne, lê ev tişt li ser hemû herêmê bandor datîne. Weke mînak li ser dewletên Tirkiye û Îranê hemû dewletên Rojhilata Navîn jî dikare bibe metirsî. Ev mesele ne tenê di asta siyasî û leşkerî de tesîrê dike, herwisa di asta aborî û civakî û hemû aliyên din de jî tesîra xwe dike. Niha pêwîst e em weke kurd li yekîtiya xwe bifikirin ne tenê bi dûrişman. Û em wisa nefikirin ku kî sûcdar e. Sûcê ti kesê nîne ku em di vê halê de ne, niha xelk ji van gotinan bêzar û aciz bûye. Niha dema vê yekê hatiye ku em kom bibin û bi niyeteke pak rabigihînin ku em yekrêziya xwe biparêzin û piştre em ji hemû dinyayê bixwazin ku ji bo kêşeya kurd aramî û istiqrara Rojhilata Navîn hewl bidin.

-Demeke ku arîşeya siyasî li Başûrê Kurdistanê jî heye, partiyên siyasî dev ji hikûmetê berdane, weke ku xuya ye birêz Mesûd Barzanî bangî partiyên siyasî kir, gelo mimkûn e hikûmet careke din pêk were û parlamanto aktîv bibe?

Em weke PDK’ê ji bo gihîştina bi çareseriyê her tiştî qebûl dikin. Em zêdetir ji partiyên din dixwazin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmeteke karger û aktîv be. Û em dixwazin parlamento were aktîvkirin û mafê kurdan bê parastin. Li vir tenê meseleyêk heye, axaftin zêde heye lê emel kêm e. Yanê ez naxwazim sûcê bixem ser stûyê aliyekî û bi vî rengî jî tiştek nayê çareserkirin. Lê hedefa proseya siyasî ya Başûrê Kurdistanê ew bûye ku em rojekê bigihêjin armanca xwe ya sereke ku ew jî meseleya serxwebûnê ye. Di destpêka raperînê de parlamento ya me tune bû. Bereya Kurdistanî hebû ku serokên hemû partiyan endamên vê bereyê bûn. Wan biryar da ku hilbijartin pêk were. Piştî ku parlamento hate avakirin hikûmet jî hate avakirin û kabîneya yekem ya Herêma Kurdistanê hate avakirin. Em bûn xwedî gelek idare, çandî û medenî. Ez nabêjim kêmasî tunebûne, gelek kêşe di van salan de hebûne. Şerê navxweyî hebûye lê tevî van tiştan destkeftinên me yên mezin jî hebûne. Niha em ji her demekê zêdetir nêzî meseleya serxwebûnê bûne. Çavdêrên siyasî li hemû dinyayê vê yekê dibêjin. Tenê kêşeyeke me heye ku ew jî meseleya kêşeyên navxweyî ye. Em divê kêşeyên xwe bi dawî bînin û çareser bikin. Eger me nekarî parlamentoyê aktîv bikin ev meseleyeke netewî nîne. Ew meseleyeke hizbî ye. Ez qala rabirdûya parlamentoyê nakim ku çi derbas bû ku bû sedema tetîlkirina parlamentoyê. Lê gelo meseleya aktîvkirin yan aktîvnekirina parlamentoyê divê bibe sedema ranegihandina serxwebûna Herêma Kurdistanê. Dibe ku bi dehan û sedan derfetên me ji bo aktîvkirina parlamentoyê re hebin, lê wisa xuya ye ku tenê derfeteke me ji bo ragihandina serxwebûne heye. Ku niha ji herdemê zêdetir em nêzî vê yekê bûne. Eger em niha vê derfetê ji dest bidin careke din derfeteke wisa nakeve destê me. Lewma jî pêwîst e ku em niha kêşeyên xwe çareser bikin ji ber ku ew meseleyên di navbera me de tenê meseleyên hizbî ne û meseleyeke netewî nîne. Divê ew kêşe ji bo ragihandina serxwebûnê re nebin asteng. Eger wisa be em dê vê derfeta zêrîn ji dest didin. Niha pêwîst e ku eger em nekaribin kêşeyên xwe çareser bikin jî em wan ji bo demekê bişûnda bixin û piştî ku me serxwebûna xwe ragihand wê demê em bi hêsanî dikarin kêşeyên xwe çareser bikin û ji van qeyranan derbas bibin. Gelek diyar e ku gelek kes dixwazin vê proseyê asê bikin û nehêlin ku ber bi vê qonaxê de herin. Mînak dema ku Malikî Serokwezîr bû ji ber çi bûdceya xelkê birî. Meseleya wan tenê xelk nebû ku wan dixwest proseya siyasî li Herêma Kurdistanê bê ragirtin ku em nikaribin pêngavên pêwîst bavêjin lê xweşbextane xweragiriya gelê me û hikûmetê û herwisa mêrxasiya Pêşmerge bû sedem ku em hêdî hêdî vê qonaxê derbas bikin.

-Eger partiyên Başûr yekrêz nebin, li hev nekin û bersiva birêz Barzanî nedin, dibe ku Rêzdar Barzanî weke Qazî Mihemed serxwebûna Herêma Kurdistanê rabigihîne?

Ez dilniya me ku bernameya cenabê Mesûd Barzanî heye û ew wê bernameyê bi dawî dike. Bi her awayî ew ê bike jî, rast e ku eger partiyên din hemkariyê nekin ew mesele zehmet dibe lê meseleya serxwebûnê meseleyeke xurt e û israr li ser heye. Ew pirs bi gelê kurd re bi sînor dibe. Ji ber ku Mesûd Barzanî piştrast e ku îro ji her demê rewş ji bo ragihandina serxwebûnê guncawtir e û niha jî xelk vê tiştê dixwaze û cenabê Barzanî jî li ser deng û raya miletê xwe dê raweste. Ez dilniya me ku cenabê Barzanî bi her awayî wê bernameyê bi dawî bîne û wê meseleyê bigihîne encamê.

Di dawiyê de jî dixwazim bibêjim ku niha derfetek pêş hatiye ji bo kurdan re ku tarîxî ye û navê em vê yekê bikin qurbana fikrên hizbî. Divê em hemû bi dîqqet û bi wêrekî vê derfetê bi kar bînin û sûdê jê werbigirin. Em niha divê kêşeyên xwe rawestînin û serxwebûnê pêşda bixin, ji ber ku paşê jî wext heye ku em wan çareser bikin. Ew derfeta ku niha heye û piştevaniya navdewletî ku niha heye careke din dubare nabe.

BasNûçeMehmet Salih Bedirxan

BasNûçe

Bu haber 732 defa okunmuştur.
HABERE YORUM YAZIN

FACEBOOK YORUM

DİĞER DÜNYA HABERLERİ
ÇOK OKUNAN HABERLER
gazete manşetleri
ANKETİMİZE KATILIN

GÜNEY KURDİSTANIN BAĞIMSIZLIĞINI DESTEKLİYOR MUSUNUZ?

0%

0%

0%

0%

NAMAZ VAKİTLERİ

E-BÜLTEN ABONELİĞİ