İstanbul hava durumu °C
  • BIST: 83.686 %-0,72
  • Dolar: 2,6582 %0,62
  • Euro: 2,8993 %0,56
  • Altın: 101,47 %0,55
09-07-2015 12:37 Kategori: KURDÎ-KÜRTÇE-KURDISH

Guherîna Demografyayê:Navê min navê te kumê min li serê te

Guherîna Demografyayê:Navê min navê te kumê min li serê te
  • Facebook Paylaş
  • Yorum Yaz

"Her çiqas Rejîma Baas’ê ya Sûriye’yê ji ber mercên şer bêdeng bimîne û heta radeyekê razî bibe jî, piştî bidestxistina Grê Spî, dijminahiya dîrokî ya kurdan xwe li ser zimanê payebilindên "

Kalê Badî

Her çiqas Rejîma Baas’ê ya Sûriye’yê ji ber mercên şer bêdeng bimîne û heta radeyekê razî bibe jî, piştî bidestxistina Grê Spî, dijminahiya dîrokî ya kurdan xwe li ser zimanê payebilindên Hikûmeta Tirkiyeyê û nîjadperestan, bi awayekî zelal xwe pirbare kir û kurdan bi guhertina demografyaya şûnwarên tirkmen û ereban tometbar kirin. Bi vê mebestê me çavê xwe li arşîvên dîrokî yên guhertina demografyaya Rojavayê Kurdistanê vegerand û bi pisporan re xwest vê meseleyê nîqaş bikin. Lê çavkanî û pispor diyar dikin ku di rastiyê de kurd rastî van pêkanînan hatine.

Dîroka guhertina demografîk a Rojava

Piştî ku hêzên kurd ên Rojavayê Kurdistanê, Grê Spî ji dest DAIŞ’ê derxistin û Kobanê û Cizîrê gihandin hev, bi tometa guhertina demografî, rastî sûcdarkirinên nebî yên erkana hikûmeta tirk û çapemeniya qewraş hat. Ev tometa nebî ku diyar bû dûrî rastiyan e, careke dinê paşxana guherînên demografîk ên ku ji alî dewletên serdest li dijî kurdan pêk anîne anî bîra kurdan. Lewre ji Osmaniyan heta Komara Tirkiyeyê, ji destpêka desthilatiya Baas’a Iraqê heta Seddam Hiseyîn, ji dema Şahrewayiya Îranê heta Rejîma Îslamî ya Şîa û ji dema metîngeriya Frensî ya Sûriyeyê heta Rejîma Baas û Hafiz Esad, li dijî kurdan ev siyaset hatibû bikaranîn. Weke guhertina demografyaya Urmiye û gellek deverên din ên Rojhilat û Kerkûk, Mûsil û deverên din ên Başûr, Kembera Ereb jî projeyeke guherîna demografyaya Rojavayê Kurdistanê bû. Di sala 1962’yan de wek projeyeke nivîskî ji alî Mihemmed Tayîp Hîlal ve hate amadekirin û di 1966‘an de hate destpêkirin. Rêveberê Beşa Rojhilata Navîn a Komeleya Gelên di Bin Gefê de ya Navneteweyî Dr. Kemal Sîdo diyar kir ku wek raman, Kembera Ereb ji mêj ve, di hişê desthilata Sûriyeyê de hebû, ji dema ku Sûriye di bin metîngeriya Fersiyan de bû, ev plansazî ji alî Frensiyan ve jî hatibû pesendkirin û herwiha dewletên din ên ku Kurdistanê di nav xwe de parve kiribûn û bi taybetî Tirkiyeyê piştgirî dabûn vê projeyê.

Dû partiyên Baas û heman polîtîka

Piştî Grê Spî ji DAIŞ’ê hate paqijkirin ev mijar careke din kete rojevê. Civaknas Îsmaîl Beşîkçî ku yek ji pisporên şareza yê vê mijarê ye dibêje: “Çawa ku Baas’a Iraqî li Başûr pêk anî ye, Baas’a Sûriyeyê jî vê polîtîkaya ku kurdan ji Kurdistanê biqewirînin û ereban di şûna wan de bi cih bikin li Rojava pêk anî ye. Di navberra salên 1937 û 2006’an de Baas’a Iraqê û Seddam, di navbera salên 1930 û 2000’an de jî Serokkomar Nûreddîn Atasî û Hafiz Esad li Rojavayê Kurdistanê vê polîtîkayê meşandine. Di sala 1960’an de li Kerkûkê ev polîtîka hatiye destpêkirin û di salên 1970’an de bi destê Seddam Huseyîn derketiye asta herî bilind” Beşîkçî, dide zanîn ku Kembera Ereb ku wek ‘Heyva Zêrîn’ tê binavkirin, li ser xeta sînorê Tirkiye û Sûriyeyê, ji sînorê Iraqê heta Efrînê dirêj dibe.

‘Armanc guhertina demografîk bû’

Dr. Kemal Sîdo jî di hevpeyvîna ku li gel me kir de diyar kir ku Kembera Ereb bi dirêjahiya, 300 km û kûrbûna 10-15 km ji sinorê Iraqê, di ber sinorê Turkiyeyê re heta serê kaniyê dirêj dike. Sîdo anî ziman ku li gor agahiyên li cem wî, ji ber ku di navbera Kobanê û Serê Kaniyê de Grê Sipî heye û li Grê Spî hejmara ereban li gor bajarên din ên Rojava zêdetir e Kobanê dûrî vê planê maye. Sîdo wiha dom kir: “Kembera Ereb wek helwesteke gelemper di sala 1966’an de despê kir, lê belê wek raman, ev daxwazî ji mêj ve hebû. Ji sala 1946’an, ji roja avabûna dewleta Suriyeyê ve hebû. Ev raman, wek projeyeke nivîskî, di sala 1962’an de ji aliyê Mihemmed Tayip Hîlal ve hat nivîsandin” Sîdo da zanîn ku armanca vê projeyê guhertina demografîk û avakirina xeteke ereb a di navbera Bakur û Rojava de bû.

Kurd sirgûnî çolistana ereb û Şam û Helebê bûn

Di hin çavkaniyên lêkolînî de tê angaştin ku heta salên 1920’an, li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî li Efrîn û Kobanê ereb pir kêm in. Li herêma Cizîrê hin malbatên ji hozên ereb hebûn, lê belê ev malbat jî koçber bûn û di hin demên salê de dihatin herêmê û piştî demekî vedigeriyan. Piştî pêkanîna plana Kembera Ereb ku di dema Serokkomar Nûreddîn Atasî de wek sîstematîk kete meriyetê, mafê hemwelatiyiyê ji van kurdên li ser vê xetê hate stendin, ber bi çolistanên ereb, Şam û Helebê ve hatin sirgûnkirin û ereb li şûnwarên van kurdan hatin bicihkirin. Di destpêka salên 60’an de li herêma Hesekê 10 gundên ereb hatine avakirin, di salên 70’yan de jî, li ser xeta sînorê Bakur, ji Dêrik heta Serê Kaniyê, di kembera ku dirêjahiya wê 270 kîlometre û frehiya wê 15-20 re ye, li şûna kurdên ku hatine sirgûnkirin 40 gund ji bo ereban hatine dabînkirin û erd û zeviyên kurdan li van ereban hatine belavkirin. Dr. Kemal Sîdo sedemên pêkanînên vê serdemê wiha vegot:

“Di sala 1962’an de hîna Baasî nebûbûn desthilat, lê ev plan hebû. Wê demê Hikûmeta Înfîsalê ya ku yekîtiya ereb a di navbera Suriye û Misirê de hilweşandibû desthilat bû. Ji ber yekîtiyê hilweşandibû, ji alî nijadperestên ereb ve bi dijayetiya ‘Pan-erebîzimê’ dihatin sûcdarkirin. Înfîsalê jî ji bo ku Pan-erebîstan razî bike, dest bi nîqaşa vê planê kir. Dûre, di 1974’an de, di dema Hafiz Asad de, piştî ku qonaxa avakirina Bendava Feratê destpê kir, ev plan ji nû ve dom kir. Esad, elewî bû û erebên sunnî dixwestin ku erebekî sunnî bibe serok. Yek ji armancên jinûve pêkanîna vê planê jî, bi ser kurdan ve razîkirina erebên sunnî bû. Di vê demê de Tevgera Azadîxwaz a kurdên Başûrê Kurdistanê jî di bin serokatiya Mistefa Barzanî de xurt dibû û Baas’iyan dixwestin ku erebên ji vê yekê aciz dibin jî razî bikin” Sîdo bi bîr xist ku dewleta Sûriyeyê di van pêkhateyan de ne bi tenê bûye û dewleta Tirkiyeyê û dostên Sûriyeyê jî piştgirî dane vê planê.

‘Divê kurd alîkariya Rojava bikin’

Kemal Sîdo, di derbarê mercên şer ên îroyîn de jî anî ziman ku ew nizane gelo wê di siberojê de siyaseta PYD’ê ya niha ku doza dewleteke serbixwe nake biguhere yan na û got: “Lê em dizanin ku PYD niha dixwaze rêveberiyên Kantonî yên ku kurd beşa herî mezin a desthilatê ne bimeşîne. Ji ber ku wê ev şer bi deh salan dom bike, ji bo mayîndebûna van rêveberiyan, teqez divê kurd bi her awayî alîkariya Rojava bikin û ji bo kantona Efrînê jî bigihîje Kobanê bi hevkarî siyaset û şer bimeşînin. Barekî pir giran li ser milê Kurdan e. Ambargoya dewleta tirk, êrişên DAIŞ’ê, rikberiya Suriyeyê hemû ji bo kurdan asteng in. Hin aliyên kurd jî bi zanebûn an ji nezanî beşdarî van êrişan dibin. Wisa nabe, divê hemû kurd alîkariyâ gelê Efrîn, Kobanê û Cizîrê bikin Herweha divê em alîkariya wan bikin ku PYD û ENKS jî nêzîkê hev bibin û tekoşîneke hevpar pêk bînin, lewre tenê hêzek kurd nikare vî barî giran hilgire” Sîdo di dawî de xweşdîtina çapemeniya cîhanê ya kurdan wek destkefteke mezin nirxand û destnîşan kir ku ji bo serkeftinê xala herî grîng yekîtiya neteweyî ya kurd e.

BasNews



Kaynak: BasNews
Editör: DR. CUWAN HEQİ
Bu haber 1571 defa okunmuştur.
HABERE YORUM YAZIN



FACEBOOK YORUM


DİĞER KURDÎ-KÜRTÇE-KURDISH HABERLERİ
ÇOK OKUNAN HABERLER
gazete manşetleri
ANKETİMİZE KATILIN

GÜNEY KURDİSTANIN BAĞIMSIZLIĞINI DESTEKLİYOR MUSUNUZ?

0%

0%

0%

0%

NAMAZ VAKİTLERİ

E-BÜLTEN ABONELİĞİ