İstanbul hava durumu °C
  • BIST: 83.686 %-0,72
  • Dolar: 2,6582 %0,62
  • Euro: 2,8993 %0,56
  • Altın: 101,47 %0,55
30-09-2016 10:39 Kategori: GENEL | Bölge: HEWLÊR

Şerê Mûsilê û pêşeroja Kurdistanê dê çawa be?

Şerê Mûsilê û pêşeroja Kurdistanê dê çawa be?
  • Facebook Paylaş
  • Yorum Yaz

"Sed sal beriya niha, çawa ku statûya Mûsilê di navbera hêzên herêmî û navnetewî de, ji bo diyarkirina sînorên Iraqa îro, bibû mijareke sereke û giring"

Sed sal beriya niha, çawa ku statûya Mûsilê di navbera hêzên herêmî û navnetewî de, ji bo diyarkirina sînorên Iraqa îro, bibû mijareke sereke û giring, bi nêzîna piraniya aktorên siyasî yên herêmî û navdewletî, dîsa jî ev bajêr xwedan wûçaniyeke stratejîk e.

Egerek zêde heye ku Mûsilê li pişt şerê DAIŞê, ji aliyê ewlekariyê ve ji bo Herêma Kurdistanê bibe girêkek kor. Bi tevî vê yekê, ji başûrê rojhilat heta bakûrê rojavayê parêzgeha Nînowa, danîna kevanekî stratejîk a ewlekariyê, dikare roleke giring di çareserkirina wê girika kor a ewlekariyê de bibîne. 

Egere Talîbanîzebûna DAIŞê

Rewşa siyasî û leşkerî ya Iraqê, firehbûna hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, ferz dike ku ev rêxistin ji Mûsilê bê derxistin. Lê mijar ne tenê leşkerî û ewlekarî ye. Rûyekî bihêz ê îdeolojîk û civakî jî heye. Ji ber vê yekê, bi kontrolkirina Mûsilê, DAIŞ xilas nabe. 

Egerek mezin heye ku DAIŞ kontrola Mûsilê wenda bike, lê dê weke hêzekî çekdarî û cîhadî, hebûna xwe berdewam bike û Talîbanîze bibe. Bi wateyeke din, weke Talîbanên Efganîstanê, dê li cografyayeke diyar desthiladar nebin lê dê bibin hêzekî gerok û mobîlîze. Dibe ku ev yek jî pirsgirêka ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê zêdetir bike.

Gijgijiya navxwe ya liser Mûsila piştî DAIŞê

Bingeheke kûr a îdeolojîk, dîrokî, cografîk û ewlekariyê ya gijgijiya di navbera Sûnnî û Şîeyan û herwiha ya kurd û ereban de heye. Mûsil dikare di van gijgijiyan de bibe xala veguhertinê.

Kurd xwedan hêza xwe ya çekdar û hikûmeta xwe ne û bijardeya serxwebûnê danîne pêşiya xwe. Niha Sûnnî jî daxwaza herêmekî xweser dikin û dest bi avakirina hêza xwe ya çekdar (Heşda Nîştîmanî) kirine. Tirkiye jî pitgiriya wan dike.

Damezrandina herêmekî Sûnnî ku bibe hevpeymaniya Herêma Kurdistanê, dikare xeleka ewlekariya Herêma Kurdistanê jî bihêztir bike. Lê dê di demdirêjiyê de di navbera heru aliyan de bibe sedema arîşeya sînoran jî.

Ji aliyê din ve, Şîeyên Iraqê hê jî hêviya avakirina “Dewleta Iraqê” jidest nedane û dixwazin Iraqekî yekgirtî ya di bin desthiladariya Şîeyan de hebe û bibe duwemîn dewleta Şîe ya li herêmê. Şerê li dijî DAIŞê bûye mijarek bi hêz ku Şîe pêşiya projeyên kurdan û erebên Sûnnî bigrin.

Operasyona Mûsilê û hevsengiya hêzan

Iraq bûye dewletek lawaz û nikare li ser ewlekarî û kontrola hemû navçeyên di nava cografyaya xwe de zal bibe. Lewma bûye qada gijgijî û destwerdana hêzên navçeyê û yên navdewletî. Piraniya dewletên bihêz ên herêmê û yên cîhanê, ji bo serxistina berjewendiyên xwe piştgiriya grûbên siyasî û çekdarî dikin. Vê yekê bandor li rewşa Mûsilê jî kiriye.

Piştgiriya Îranê ya ji bo Heşda Şeibî, piştgiriyqa Tirkiye û Erebîstanê ya ji bo Heşda Nîştîmanî, piştgiriya taktîkî ya ji bo kurdan û herwiha nêzîkbûna bi pragmatîkî ya Amerîkayê ya, weke belgeyekê vê rewşê ye. 

Egerek bihêz heye ku piştî operasyona Mûsilê û derxistina DAIŞê, berjewendiyên wan welatan lihev bikevin û hewl bidin bi rêya hevpeymaniyên xwe yên navxweyî, berjewendiyên xwe biparêzin.

Kevana stratejîk a ewlekariya Kurdistanê li derdora Mûsilê

Kevana stratejîk a ewlekariya Herêma Kurdistanê ya li derdora Mûsilê, li ser rûberê cografyayekî 10 hezar kilometer çargoşe ye, ji başûrê rojhilat heya bakûrê rojavayê parêzgeha Nînowa û devrûberê Mûsilê digre navxwe. Ev kevan ji Mexmûrê destpê dike, Hemdaniyê, Başîqa, Şêxan, Elqûş, Zûmar û Rebîeyê heta digihe Şingalê. Kurd û Mesîhiyan şikil dane demografiya vê kevanê ku ji bo ewlekariya Herêma Kurdistanê kevaneke pir giring e. 

Eger ev navçe di bin kontrola hikûmeta navendî ya Iraqê de bin, ewlekariya Herêma Kurdistanê lawaztir dibe. Li gorî amarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev navçe ji çarîkekî sînorên fermi yên Herêma Kurdistanê pêktîne.

Eger li ser vê kevanê herêmekî kurdî û Mesîhî bê avakirin, çêdibe di dema pêş de bi Herêma Kurdistanê ve bikelije. Ev yek jî dê sîwana ewlekariya Herêma Kurdistanê bihêztir bike û piştgiriya Rojava j3i garantî bike. Ji aliyekê ve jî dê beşek din ê xaka kurdan vegere ser Herêma Kurdistanê.

Eger herêma Mesîhî û kurdî û herwiha Şinagl kî bi serbixweyî bimîne, ji bo ewlekariya Kurdistanê kevanekî stratejîk li derdora Mûsilê de bê danîn, dê ev yek bibe mertalek û gefa terorê jî ji holê rake. 

Pêwendiyên kurd û Mesîhiyan bi hêz in û li Kurdistanê derfeta pêkvejiyanê heye. Rola kurdan a lihember DAIŞê, ku mezintirîn metirsiye li ser Mesîhiyan, dihêle ku Mesîhiyên deşta Nînowayê xwe nêzîkê Herêma Kurdistanê bikin. Ev yek jî bingehekî civakî û siyasî yê qahîm ji bo avakirina vê kevana stratejîk çêdike.

Pirsgirêkên leşkerî yên li ber kevana ewlekariyê

Di kevana stratejîk a derdora Mûsilê de çend xalên zirav hene ku nabe neyên piştguhxistin.

Li navçeya Tilefer a Mûsilê, hebûna erebên Şîe dihêle ku Heşdî Şeibî beşdarê operasyonê bibin. Xeta Elşûre û Tileferê dikare ji bo kurdan bibe sedema gefê. Eger ev xet berbi Rebîe ve dirêj bike, kevana stratejîk a Kurdistanê parçe dike û xwe digihîne sînorê Sûriyê. Li gorî vê yekê desthilata kurdan li ser wan navçeyan namîne û herwiha jiber giringiya navçeyê, dibe xeta Tiefer û Rabîeyê di dema pêş de bibe sedema gijgijiya di navbera pêşmerge û Heşda Şeibî de.

Weke ku di nexşeyê de jî diyar dibe, metirsiyeke din li ser xeta Başîqa û Mûsilê heye. Hebûna artêşa Tirkiyê ya li Başîqayê, bi şêweyekî taktîkî rêgirtina serdestiya hikûmeta navendî û Heşda Şeibî ya li ser parêzgeha Nînowa ye. Lê dibe ku di pajerojê de bibe sedema bihêzbûna Heşda Nîştîmanî û nifûza erebên Sûnnî ku ev yek jî li pêşiya avakirina kevana stratejîk a ewlekariya Herêma Kurdistanê dibe kelem.

Encam

Eger kurd bikarin kevana ji Mexmûrê heta Şingalê ya li derdora Mûsilê bidest bixe, yan jî vê kevanê di bin kontrola xwe de bigre, dikare di nava grêka kor a Mûsilê de ewlekariya xwe baş misoger bike.

Ev nivîs, kurtkirina lêkolînekî Navenda Lêkolînên Rûdawê ye ku derbarê operasyona Mûsilê û ewlekariya Kurdistanê de hatiye kirin.

Rûdaw



Bu haber 776 defa okunmuştur.
HABERE YORUM YAZIN



FACEBOOK YORUM


DİĞER GENEL HABERLERİ
ÇOK OKUNAN HABERLER
gazete manşetleri
ANKETİMİZE KATILIN

GÜNEY KURDİSTANIN BAĞIMSIZLIĞINI DESTEKLİYOR MUSUNUZ?

0%

0%

0%

0%

NAMAZ VAKİTLERİ

E-BÜLTEN ABONELİĞİ