İstanbul hava durumu °C
  • BIST: 83.686 %-0,72
  • Dolar: 2,6582 %0,62
  • Euro: 2,8993 %0,56
  • Altın: 101,47 %0,55
17-08-2015 14:10 Kategori: KURDÎ-KÜRTÇE-KURDISH | Bölge: MÊRDÎN

Komisyona Yekitiya PDKê Li Bakur: Armanca PDK Rizgariya Netewiye

Komisyona Yekitiya PDKê Li Bakur: Armanca PDK Rizgariya Netewiye
  • Facebook Paylaş
  • Yorum Yaz

"Bi minasebeta 69 saliya salvegera PDK ê, Komisyona Yekitiya PDKê li Bakur daxûyaniyek belav kir"

Daxûyani:

BİRANİNA DAMZARANDİNA 69 SALİYA PARTÎ DEMOKRAT A KURDİSTAN

Bi minasebete bîranîna damazrandina salvegere Partî Demokrat a Kurdistan ku weke îro di 16.tebaxê 1946’da bi serokatiya kahramanê nemir Mele Mistafa Barzanî hatiye damazrandin û berdewamiye misyona Partî Demokrat a Kurdistan û bi serokatiya rêzdar Mesud Barzanî berdewam bûye, ku çiqays di dîrokê’de bûye şahidê enfala û qatîlama û weke şoreşe Êlûnê û Gûlanê û hwd.

Bi wê minasebetê Dixwazim hinek behsa mîsyona dîrokî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û rêbertiya General mele Mustafa Barzanî yê nemir bikim ku ji bo hewldanên Milletê kurd her tim bûne rêber. Taybetiya van herdu deqên girîng evin ku ew ê di paşeroj, îro û pêşeroja me de her tim bibin û bûne xerca îdraqa azadî û sembola serxwebûna Kurd û Kurdistanê.

Partîya Demokrat a Kurdistan, ev xeta ku di nav dîrokê de şopa wê wenda nabê , lê berevaciyê wê hebûna xwe bi hemû zîndîbûna xwe diparêze, ji bo perspektîfên pêşerojê wê hertim rêya miletê kurd ronî bikê.

Rêbaza General Mele Mustafa Barzanîyê nemir û Partiya Demokrat a Kurdistanê ;

- Xwe berdane nav reh û rîşalên gelê Kurd, 
- Di hişmendiya dîrokî ya gelê Kurd de nirxên dîrokî pêk anîne,
- Di her qonaxê de ji bo berpirsiyariyên nû, xwe paşde nedane,

- Ji bo encamên gavên avêtine tu carî dudilî nebûne, ji bo berjewendiyên gelê Kurd hertim refleksên siyasî nîşan dane.

- Di asoya dîrok û erdnîgariya xwe de, meşa wan bi biryar e,

- Baweriya xwe bi potansiyela gelê kurd anîne,

- Hem li hundir, hem li derve hertim rûmeta xwe û ya gelê kurd parastine,

- Di şûna karên siyasî yên bi qalibên îdeolojîk hatine dorpêçkirin de, rizgariya neteweyî ya gelê Kurd wek hedefa yekane dane pêşiya xwe,

- Mewziyên xwe yên siyasî bi hinceta polîtîkayên reel neterikandine, mewziyên xwe hertim zexm kirine û bi bedelê mezin parastine,

- Bi fikir û ramana desthilatdariyeke teqez erdnîgariya Kurdistanê parastine,

- Li herêma me ya ku niha bûye qada çalakiyên cîhanî, asta destketiyên gelê Kurd û Kurdistanê hertim bilind kirine.

-Bi teybetî wek çavkaniyên îlhamê yên ku dikarin têkoşîna azadiyê û serxwbûna Kurdistanê ji nav gerînekên pêşberî serxwebûna kurdistanê di sekinin, xalas bike Partî Demokrat a Kurdistan û serokatiya rêzdar Mesud Barzanî ‘ye.

Destkeftiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û serokatiya rêzdar Mesud Barzanî û Partî Demokrat a Kurdistan,ji bo hemû Kurdistanê weke rêbereke siyasi û sembolize bûne serxwebûna Kurdistanê ye.

Em weke İnsiyatîfa Yekîtiya Partî Demokrat a Kurdistan (li bakur) damazrandina 69 saliya Partî Demokrat a Kurdistan û Serokê nemir kahraman Mele mistafa Barzanî û pakrewanên nemiran bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan di tawînin.

Em rêz û slavê xwe ji bo serokê Partiya Demokrat a Kurdistan rêzdar Serok Mesud Barzanî dişinin û salvegere damezirandina Partî Demokrata Kurdistan pîroz dikin! 16.08.2015
Ahmet ACAR
BERDEVKÊ KOMİSYONA İNSİYATİFA YEKİTİYA PDK (Lİ BAKUR)



Kaynak: CNNKurd
Editör: Bilal Serhat Acar
Bu haber 1704 defa okunmuştur.
HABERE YORUM YAZIN



FACEBOOK YORUM


DİĞER KURDÎ-KÜRTÇE-KURDISH HABERLERİ
ÇOK OKUNAN HABERLER
gazete manşetleri
ANKETİMİZE KATILIN

GÜNEY KURDİSTANIN BAĞIMSIZLIĞINI DESTEKLİYOR MUSUNUZ?

0%

0%

0%

0%

NAMAZ VAKİTLERİ

E-BÜLTEN ABONELİĞİ